Li Dîyarbekirê cîsmê ku zarok dîtin teqîya: Yek mirî, yek birîndar

Li navçeya Hênêya DÎyarbekirê du bira cîsmekî dîtin û wê cîsma ku dîtibûn teqîya, di encama teqîna cîsmê de birayek canê xwe ji dest da yek jî birîndar bû.

Bûyer, di seatên nîvroyê de li gundê Qedişta Hênê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şivan O.K. û H.K. ku birayê hev in cîsmekî dîtin.

Di encama teqîna cîsma ku hêj nayê zanîn de O.K. (18) canê xwe ji dest da, H.K. (14) jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin birayê birîndar ji Nexweşxaneya Fakûlteya Tip a Zanîngeha Dîcleyê re hat rakirin û cenazeyê O.K. jî ji bona ku bê otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî re hat şandin.

Hat hînbûn ku cenaze, piştî sazîya tip a edlî ji navçeya Kanî Reş a Çewligê re hat birin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê