Li Dîyarbekirê ciwan di bernameya “Hevdîtina Ciwanan” de hatin cem hev

Li ber Camîya Kurşunluya navçeya Sûra Dîyarbekirê, ji teref Tevgera Ciwanî û Dawetê ve bernameya “Hevdîtina Ciwanan” hat tertîpkirin.

Bernameya ku ji teref Tevgera Ciwanî û Dawetê ve hat tertîpkirin, bi xwendina Quranê ya ji teref Cebraîl Dedeoglu ve dest pê kir.

Bernameya ku gelek ciwan beşdarî bûn, bi axavtina silavdayîna Mucahît Îlerî ya bi navê Tevgera Ciwanî û Dawetê ve berdewam kir.

Îlerî beşdarvanan silav kir û weha axavtina xwe berdewam kir, “Em wek Tevgera Ciwanî û Dawetê digel nederbasbûna salekî ya li ser damezrandina me gelek bername û organîzasyonan tertîp kirîye. Di bername û organîzasyonên me yên ku bi navê Tevgera Ciwanî û Dawetê ve hatine tertîpkirin de, gotinekî me yê ku me ji xwe re wê gotinê kirîye şîar heye ku ew jî ‘Daîreya helalê ji kêfê re qîm dike. Ji heramê re hewce tineye. Ger ku tu di nav heramîyê de hizûrê bigerî ew ê ew hizûr ji te re heram bibe.’ Em bi vê gotinê re girêdayîne.”

Bername; bi pêşangeha wêneyan, şano, kermes, leyîstikên cuda û organîzasyonan berdewam kir.

Ji teref hûnermendên Tevgera Ciwanî û Dawetê ve îlahî û sitran hatin jî gotin û dûre bername dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno