Li Dîyarbekirê di dema çêkirina pirê de îskele hilweşiya: 3 karker mirin

Li navçeya Pasûrê (Qulpê) ya Dîyarbekirê, di dema çêkirina pirekê de, ji ber hilweşîna îskeleyê sê karkeran canê xwe ji dest dan û du jî bi giranî birîndar bûn.

Bûyer, li ser rêya Qulp-Mûşê li ser vîyaduka ku di bin çêkirinê de bû, qewimî.

Piştî qezaya li cihê kar, ekîbên AFAD, tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê bi lez û bez şandin herêmê û hewldanên rizgarkirin û alîkariya yekem dest pê kirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Dîyarbekirê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Di 11ê Mijdara 2025an de, di encama hilweşîna (qezaya kar) ya li ser rêya Qulp-Mûşê ya di bin çêkirinê de çêbû, 3 karkeran canê xwe ji dest dan û 2 karker jî bi giranî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, ekîbên AFAD, Tenduristiyê, cenderme û îtfaîyeyê tavilê şandin herêmê û hewldanên rizgarkirin û alîkariya yekem bi lez û bez dest pê kirin. Karkerên me yên birîndar (yek bi ambulansa hewayî) ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

Derbarê qezayê de ji aliyê dezgehên dadwerî ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û bûyer bi hemû aliyên wê ve tê lêkolînkirin.

Em ji bo welatiyên xwe yên ku canê xwe ji dest dane rehmeta Xwedê dixwazin, ji malbatên wan re sersaxî û ji bo birîndaran jî şifaya bilez dixwazin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê kesekî ji bo namûsê bi çek hate birîndarkirin
Li Diyarbekirê ajokarekî dema ku otomobîla xwe diajot, ji ber krîza dil mir
derbarê panela "Têkiliya bi Maddeyan re" ya ku dê li Dîyarbekirê were lidarxistin daxuyanî da
Li dadgeheke Stenbolê 25 kîlo zêr û 55 kîlo zîv hatin dizîn
Divê xeta trênê ya bilez di navbera Dîyarbekir û Stenbolê de hebe