Li Dîyarbekirê di malekî de şewat derket: 5 kes ji dûmanê tesîrdar bûn

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê di avahîyekî de şewat derket, 5 kes ji dûmanê tesîrdar bûn.

Şewat, di Apartmana Hatboyuya ku di kolana 415emîn a Taxa Mewlana Xalid de ye de di qata 2yemîn de di seat 13.00an de derket.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di qata duyemîn a apartmaneke 7 qatî de, di mitbexa malekî de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn derket. Ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku ekîbên îtfaîyeyê midexele li şewatê kirin û 5 kes jî ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin tedawîkirin.

Hat hînbûn ku rewşa mirovên ku ji dûmanê tesîrdar bûne baş e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno