Li Dîyarbekirê di navbera du malbatan de şer derket: 3 mirî, 5 birîndar

Li gundê Diktola navçeya Çermik a Dîyarbekirê ji ber sedemeke nediyar di navbera du malbatan de bi kevir, dar û çekan şer derket, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Bûyer, danê nîvro li gundê Diktolê ya navçeya Çermikê pêk hat.

Di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û bi kevir, dar û çekan şer derket. Di şerê dijwar de hinek wesayît jî hatin şewitandin.

Di şerê ku derket de Erdal Başîbûyûk, Ercan Başîbûyûk û Omer Yaman li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan; HY, MY, EY, YB û kesek ku navê wî nehat hînbûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristiyê û cendirme hatin sewqkirin. Mirovên piştî alîkarîya ewil ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çermikê re hatin rakirin. Ji birîndaran HY û MY sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê hatin kirin.

Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya birîndarê HY giran e, cenazeyên kesên canê xwe ji dest dane ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîyarbekirê. Dema ekîbên cendirmeyan li taxê tedbîrên ewlehiyê girtin, der barê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê