Li Diyarbekirê di navbera firoşkarên seyyar û zabitayên şaredariyê de rageşî derket.

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, firoşkarên seyyar yên ku hat xwestin mase û dezgehên wan werin rakirin, bertek nîşanî zabiteyan dan û ber bi Şaredariya Bajarê Mezin ve meşiyan. Li ber şaredariyê di navbera komê û tîman de arbedeyeke kurt derket.

Li navçeya Sûrê, li xala ku Cadeya Gazî û Kolana Karamanê digihîjin hev, di navbera firoşkarên fêkiyan û tîmên zabiteyan de rageşî derket. Li gorî agahiyan, tîmên zabiteyan bi hinceta dagirkirina peyare û rê hatin herêmê û xwestin ku dezgeh werin rakirin.

Piştî hişyariyê, di navbera hinek esnaf û tîman de nîqaşeke devkî derket. Tablaciyan diyar kirin ku ew bi salan e li heman derê firotanê dikin û debara xwe bi vî awayî dikin; lewma li dijî vê sepanê nerazîbûn nîşan dan.

Bi mezinbûna nîqaşê re, firoşkaran wekî komekê ber bi avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve meşiyan. Di navbera girseya ku li ber şaredariyê kom bû û rayedarên şaredariyê de arbedeyeke kurt pêk hat. Di rageşiya ku dem bi dem tahrîk û dehfdayîn tê de çêbûn, hêzên ewlehiyê ketin navberê û alî ji hev dûr xistin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin