Li Diyarbekirê di Navbera Merivan de Şerê bi Çek: 1 Mirî

Li navçeya Rezlerê ya Diyarbekirê, di navbera malbatên ku merivên hev in de ji ber dijminatiyekê şer derket. Di encama şer de ciwanê bi navê Abdullah Bayoğlu (21) bi guleyan birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Rezlerê ya Diyarbekirê, di şerê ku di navbera malbatên meriv (xizm) de derket de kesekî jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh li Taxa Şêx Şamil a navçeya Rezlerê, di şerê ku ji ber dijminatiyekê di navbera merivan de derket de, Abdullah Bayoğlu (21) bi çekê hat gulebarankirin û bi giranî birîndar bû. Li ser agahdarkirinê, tîmên polîs û tendurustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bayoğlu yê ku bi giranî birîndar sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin, tevî hemû midaxaleyan nehat rizgarkirin. Her du gumanbar, bi operasyona polîsan re tevî amûrên sûc (çekan) hatin girtin. Karûbarên gumanbaran ên li emniyetê berdewam dikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin