Li Diyarbekirê di parkê de şewata kafeyê

Li navçeya Rezan (Bağlar) navenda Diyarbekirê, di kafeyeke di qada parkê de şewat derket û bû sedema panîkê.

"Li Rezikê şewata kafeyê: Sobeya dar hat xwarê û tîner teqiya"

"Şewat, li navçeya navendî ya Rezika (Bağlar) Diyarbekirê, li ser Bulwara Turgut Özal li mevkîya Bayramogluyê di qada parkê de derket.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li kafeya di qada parkê de sobeya dar a ku pêketî bû hat xwarê (wergeriya). Hat texmînkirin ku maddeya şewatê (tîner) a li nêzî sobeyê agir girt û di encamê de teqînên biçûk pêk hatin.

Li ser agahdarkirinê, gelek tîmên îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bi midaxileya tîman û piştî xebateke dûr û dirêj şewat hat vemirandin; lê belê di şewatê de hinek darên di parkê de jî zirar dîtin.

Di şewatê de tu kes birîndar nebû, lê kafe êdî nayê bikaranîn. Der barê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman ji bo xelkê Xezzeyê xwarinên fitarê amade dike
3 jê wan zarok 6 kes birîndar bûn
Ji bo malbatên hewcedar alîkarî
Dozvanekî muwahhîd: Malcolm X
Qerejdaxî: Rayê ma biyo xırabe, kes vengê ma nêşêno