Li Diyarbekirê du operasyonên cuda 536 kîlo esrar 994 maddeyê tiryakê hat bidestxistin

Di du operasyonên cuda yên ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Diyarbekirê ve li dijî kesên ku wê hebên narkotîkê bînin bejahiya navçeya Licê û baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî hat kirin de 536 kîlo esrar hatin bidestxistin.

Fermandariya Cendirmeyan li navçeya Licê ji bo ku têkiliya di navbera PKK û kesên ku hilberîn û bazirganiya tiryakê dikin bi delîlên berbiçav eşkere bike operasyonek li dar xist.

Di operasyona ku li Meheleya Yorulmaz û Yalaza yê hat kirin de 536 kîlo esrar hat bidestxistin.

Li ser agahiya ku wê hebên tiryakê bînin baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî operasyonek cuda hat kirin.

Di encama operasyona hat kirin de 994 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin.

2 şikdarên bi navê E.T. û A.U ji teref meqamên adlî ve hatin girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin