Li Dîyarbekirê du wesayît li hev qelibîn: 3 mirî, 5 birîndar

Li Dîyarbekirê wesayîtek û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, li nêzê gundê Bozeka Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin îdareya Ş.T. de bû li wesayîta ku di bin îdareya Hîlmî Arbatun de qelibî.

Di encama qezayê de Hîlmî Arbatun, Nazîme Arbatun û Merve Arbatun canê xwe ji dest dan, 2 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tendurist, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku cenaze ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî re hatin şandin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin