Li Diyarbekirê êrîşa bi çek: 2 birîndar

Li Diyarbekirê, di êrîşeke bi çek de ku li nîveka kolanê ji aliyê kes an kesên nasnameya wan neyar de hat kirin, 2 kes giran birîndar bûn.

Bûyer, li navçeya navendî ya Diyarbekirê li Kayapinarê, li Taxa Huzurevleriyê derdora saet 16.00an de qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, li Taxa Huzurevleriyê li kolana 10an, ji ber sedemekê ku hîn nayê zanîn, ji aliyê kes an kesên nasnameya wan neyar ve bi çekê gule hatin barandin. Di êrîşa bi çek a ku hat kirin de, 2 kes bi guleyên ku li laşê wan ketin giran birîndar bûn.

Kesên birîndar bûne, bi alîkariya mirovên derdorê rakirin nexweşxaneyê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne