Kermesa salane ya ku ji hêla Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir ve tê lidarxistin, ew ê îsal payîzê dîsa were lidarxistin. Kermes ji 12ê heta 18ê Cotmehê vekirî ye û ew ê her roj ji saet 09:00 heta 22:00 mêvanan pêşwazî bike.
Dahata kermesa xêrxwaziyê, ku ew ê cûrbecûr berheman ji cil û berg û pêlavan bigire heya elektronîk û xwarinên cûrbecûr nîşan bide, wê ji bo alîkariya malbatên bê dê, bêkes û hewcedar were bikar anîn.
Serokê Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê Emîn Akyuz, di daxuyaniya xwe ya derbarê kermesa xêrxwaziyê ya pêşerojê de diyar kir ku kermes ew ê bi piştgiriya xêrxwaz û karsazên herêmî were lidarxistin. Wî rave kir ku amadekariyên kermesê nêzîkî du meh berê dest pê kirine, ji bona ku wan li ser armanca kermesê û ka dê çawa dahat were bikar anîn agahdar bikin xwebexş serdana xêrxwaz û karsazan kirine.
Akyuz îfade kir, "Fûara me ew ê roja Duşemê 12ê Cotmehê dest pê bike û heta 18ê Cotmehê li Qada Şêx Seîd a Derîyê Çîyê berdewam bike. Ji saet 9:00ê sibê heta 10:00ê şevê vekirî ye, di kermesê de ew ê çalakiyên cûrbecûr jî hebin. Armanca me ew e ku kermes bi çalakiyên ku bi taybetî ji bo ciwan û zarokan hatine çêkirin, bibe bûyerek zindî." (ÎLKHA)