Li Dîyarbekirê ji wesayîtê re bi çekan êrîş hat lidarxistin: 2 mirî, 4 birîndar

Doh li Dîyarbekirê ji wesayîta ku ji xwe re di rêya xwe de diçû re bi keleşkofan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 6 kes birîndar bûn û ji wan birîndaran jî 2 kes li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Bûyer, doh li ser rêya Dîyarbekir-Çewligê di 28emîn kîlometre de pêk hat.

Li gorî îddîayan ji wesayîta ku di rê de diçû re ji teref wesayîtekî dinê ve bi keleşkofan êrîş hatîye kirin.

Di bûyerê de 1 jê zarok, 1 jê pîrek 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin lê 2 kes li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku rewşa birîndaran giran in.

Cenazeyên wefatîyan ji bona ku bêne otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî re hatin sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê