Bûyer, îro nîvro li Taxa Kooperatifler a navçeya Yenîşehîrê ya navendî pêk hat.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, du karkerên ku li qata dawîn a avahiya 5 qatî wekî çêkerên qaliban dixebitin, hevsengiya xwe winda kirine û ji avahiyê ketine xwarê.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê hatin şandin.
Piştî ku li cihê bûyerê alîkariya ewil hat kirin, her du karkerên ku bi giranî birîndar bûbûn û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Digel temamê mudaxeleyan yek ji karkerên ku hatin rakirin nexweşxaneyê canê xwe ji dest da, lê hat hînbûn ku jiyana karkerê din hêna jî di talûkeyê de ye.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)