Li Diyarbekirê li 60 gund û gindikî derketina derve hat qedexekirin

Li 60 gund û gundikên ku girêdayê 4 navçeyên Diyarbekirê ne derketina derve hat qedexekirin.

 Hat ragihandin li 60 gund û gundikên ku girêdayê Licê, Hêne, Karaz û Hezroya Diyarbekirê ne derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin li herêmê bo kozik, penageh, çeper û depoyê PKKê bên tespîtkirin dê operasyon bê tertîpkirin. Ji ber operasyona ku dê bê tertîpkirin li gund û gundikên bi navê Arıklı, Serince, Uçarı, Ziyaret, Esenler, Kayacık, Çağdaş, Dibekköy, Yolçatı, Tepe, Budak, Sığınak, Gürbeyli, Damar, Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Oyuklu, Güçlü, Gömeç, Ayşe, Hacıhüseyin, Kuruca, Sınır, Dablo, Pınar, Beğendik, Hacıcemil, Esenli, Sağlam, Dingil, Çanak, Alikahya, Hacımusabey, Kutlamış, Serenköy, Gömeç, Kırım, Yayvan, Soylu, Veziri, Ovalı, Aka, Karmen, Mazılı, Çağıl, Şaklat, Yazıköy, Boyunlu, Varlık, Gökçe, Gözebaşı, Sarıerik, Çitlibahçe, Ormankaya, Eldeğmez, Güzdamıyê ku girêdayê Licê, Hêne, Karaz û Hezroya Diyarbekirê ne derketina derve heta daxuyanîyeke din hat qedexekirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe