Li Diyarbekirê mînîbûsa ku karkerên cotkariyê vediguhast qeza kir: 22 birîndar

Li rêbeja Diyarbekir-Wêranşarê mînîbûsa ku karkerên cotkariyê vediguhast û otomobîl li hev qelibîn, di encamê de 22 kes birîndar bûn.

Qeza, li rêya Qîlwa di seet 07.00an de pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, mînîbûsa bi plakaya 41 ACC 02 yê ku karkerên cotkariyê vediguhast û otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn. Li ser agahdayinê gelek ambûlans hat sewqkirin cihê qezayê.

Birîndar piştî mudaxeleyên ewil hat rakirin nexweşxeneyên bajêr. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin