Li Dîyarbekirê motorbisiqlet li peya xist: 1 mirî

Li navçeya Kayapinara navenda Dîyarbekirê, qezaya motorbisiqletê pêk hat, di encamê de peyayekî canê xwe ji dest da, 2 kesên ku li ser motorêbûn jî birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Çarrêya Lunaparqê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, motorbisiqleta ku diçû, li peyaya ku dixwest derbasî alîyê dinê bibe qelibî.

Di encama qezayê de du kesên ku li ser motorêbûn birîndar bûn, peyayek jî ji ber qezayê giran birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Peyaya ku giran birîndar bû, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Birîndarên dinê jî hêj di bin tedawîyê de ne.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê