Li Diyarbekirê operasyona hişbirê: 144 hezar û 398 koka kenevîrê hat girtin

Li Diyarbekirê di operasyonên hişbirê yên ku ji aliyê tîmên cendirmeyan ve hatin lidarxistin de 144 hezar û 398 kokên kenevîr/skunkê û 5,3 kîlogram esrar hatin desteserkingirin, di derbarê 29 gumanbaran de karûbarê yasayî hat destpêkirin.

Di koordînasyona Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê ya Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Diyarbekirê de, li dijî kesên ku li navenda bajar û navçeyên wê hişbirê difroşin, vediguhezînin û bikar tînin xebat hat encamdan.

Di operasyonên ku li herêma berpirsiyariya cendirmeyan hatin lidarxistin de di derbarê 82 bûyeran de karûbar hat kirin.

Di lêgerînên ku ji aliyê tîman ve hatin kirin de 144 hezar û 398 kokên kenevîr/skunkê û 5,3 kîlogram esrar hatin desteserkingirin.

Di çarçoveya operasyonan de di derbarê 29 gumanbaran de karûbarê yasayî hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dibe ku werimîna zik ne giliyekî asayî be
Diyarbekir de programê 'Jiyan namazi ra weş o" ra kareyê rengêninî
Xwarina xwe jî bi dorê dipêjin
Etûda erdê hat temamkirin
Li Diyarbekirê zêdetirî 20 sal in li benda veguherîna bajarî ne