Li Diyarbekirê operasyona rêxistina sûc: 12 kes hatin binçavkirin

Di operasyona ku li Diyarbekir, Mêrsîn û Aydinê li dijî koma çekdar a sûcê organîze hat lidarxistin de 21 şikbar hatin binçavkirin û 12 jê hatin girtin.

Li Amed, Mêrsîn û Aydinê li dijî koma çekdar a sûcê organîze operasyonek berfireh hat lidarxistin.

21 gumanbarên bazirganiya tiryakê, êrîşa çekdarî û gefxwarinê dikirin hatin binçavkirin.

Di operasyonê da hat tesbîtkirin ku şikbarên ku di nav wan da serokê şebekeyê F.P. jî heye. Ji bo qezenca neheq bi dest bixin, tiryak difirotin, tehsîlat dikirin û bi rêxistinên din ên sûc ra şerê çekdarî dikirin.

Di lêgerînên ku li navnîşanên gumanbaran hatin kirin de tiryak, çekên bê ruxset û gelek fîşek hatin bidestxistin.

Ji 21 gumanbaran 12 gumanbarên ku xebatên wan ên polêsan bi dawî bûn hatin girtin û şandin girtîgehê, 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket