Li Dîyarbekirê otobûsa şaredarîyê li wesayîtê qelibî: 1 mirî 4 birîndar

Li Dîyarbekirê otobûseke aîdê Şaredarîya Bajarê Mezin û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li ser pira Zanîngeha Dîcleyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ku ji Zanîngeha Dîcleyê ber bi alîyê Fîskayayê ve diçû, bi wesayîta ku di bin îdareya E.A. de bû re li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê E.A. canê xwe ji dest da; A.O. (43), D.D. (22), B.E. (22) û K.K. (47) jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û cenazeya E.A. jî ji bo otopsîyê ji morgê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin