Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir

Li Diyarbekirê Pêşangeha (Fuar) Mezopotamyayê ya Çandinî, Sewalkarî, Mirîşkarî, Endustriya Şîr û Veterîneriyê ya ku îsal cara 17’emîn tê lidarxistin, deriyên xwe ji serdêran re vekir.

Li Diyarbekirê, ji aliyê şîrketa fîrmayê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) anku Diyarbakır Fuarcılık ve Ticaret A.Ş. ve, di navbera dîrokên 21-25’ê Nîsana 2026’an de, li Navenda Pêşangehan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê, 17’emîn Pêşangeha Çandinî, Sewalkarî, Mirîşkarî, Endustriya Şîr û Veterîneriyê dest pê kir. Ev pêşangeh teknolojî û berhemên berfireh ên sektora çandinî û sewalkariyê tîne cem hev û pêşwaziya serdêrên xwe dike.

Pêşangeha ku li Diyarbekirê sektora çandiniyê tîne cem hev, li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê ku li navçeya Yenîşehîrê ye, bi bernameyeke fermî dest pê kir.

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya di vekirina pêşangehê de axivî û bal kişand ser dîroka kevnar a çandiniya Diyarbekirê û wiha got: "Li van axan nêzîkî 12 hezar û 500 sal in çandinî, hilberîn û sewalkarî tê kirin. Bajarê me yê ku di navenda Mezopotamyayê de cih digire, malovaniyeke wisa ji organîzasyoneke mezin re dike; ev yek gelekî bi wate û girîng e."

Mehmet Kaya diyar kir ku pêşangeh her sal mezintir dibe û bal kişand ser zêdebûna hejmara beşdar û serdêran. Kaya destnîşan kir ku sala par nêzîkî 126 hezar kesî serdana pêşangehê kiribû; îsal jî di bin banê 125 fîrmayan de berhemên 300 markayan têne nîşandan. Wî destnîşan kir ku ev organîzasyon xizmeteke mezin ji aboriya herêmê re dike.

Kaya behsa girîngiya nûjenkirina çandiniyê (modernleşme) kir û got ku pêşangeh ji bo naskirina teknolojiyên nû û rêbazên nû yên hilberînê platformeke gelekî girîng e. Her wiha Kaya bal kişand ser potansiyela erdên çandiniyê yên Diyarbekirê û wiha got: "Bi temambûna Bendava Silvanê re, qada me ya avdanê dê bigihîje nêzîkî 4 mîlyon donumî."

Kaya di axaftina xwe de Diyarbekir û Hollandayê dan ber hev û wiha got: "Qada avdanê ya Hollandayê nêzîkî 10 mîlyon donumî ye. Em wekî Diyarbekir xwedî wê potansiyelê ne ku bigihîjin nîvê vê reqamê. Heke em çavkaniyên xwe bi plansaziyeke rast û bi awayekî berdar (verimli) bikar bînin, em ê ne tenê îthalatê kêm bikin, lê belê em ê xizmeteke pir mezin ji çandiniya welêt re jî bikin."

Kaya destnîşan kir ku pêşangeh (fuar) hilberîneran ber bi hilberîna nûjen û ya ku nirxa wê ya zêdekirî (katma değer) bilind e ve dikişîne. Wî diyar kir ku wekî DTSO, ew ê bi hemû parvekarên (paydaş) xwe re pêşxistina çandinî û pêşangehan berdewam bikin û spasiya hemû sazî û dezgehên ku keda wan di vê organîzasyonê de heye kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin
Daxwaza piştgiriya leşkerî ji bo Filoya Sumudê dike