Bûyer, li Bulvara Silvanê ya Taxa Cumhuriyetê pêk hat.
Li gorî îdiayê, nîqaşa ku ji ber meseleya deyndanê di navbera aliyan de dest pê kir, di demeke kurt de veguherî pevçûna bi çekan. Di pevçûnê de di encama guleyên hatin reşandin de 3 kes birîndar bûn.
Lê ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs ji bo herêmê hatin sewqkirin.
Di destwerdana tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku 2 kesî jiyana xwe ji dest daye. Kesekî ku di pevçûnê de birîndar bûbû jî hat rakirin nexweşxaneyê. Birîndar, li vir tevî hemû destwerdanên bijîşkan jî nehat rizgarkirin.
Cenazeyên 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tibê ya Dadî.
Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.