Li Diyarbekirê pevçûna çekdarî: 5 mirî

Li Egila Diyarbekirê di pevçûna çekdarî ya ku derket de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Di pevçûna ku li gundika Ammana gundê Oyaliya Egilê di navbera 3 malbatan de pêk hat de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûnê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundika Ammana gundê Oyaliya girêdaye bi navçeya Egilê de di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina zevîyan pevçûn derketibû. Malbata li gundikê Ammana gundê Oyaliya îqamet dikin ji bo lihevhatinê li mînîbusê sar bûn û çûn gundê Gommanê. Di navbera herdû malbatan de ji ber lihevnekirina zevîyan dîsa pevçûn derket. Dema kesên ji gundikê Ammanê hatibûn li wesaîta xwe sûwar bûn û dikira biçyana êrîş li wan hat rastkirin. Di encama êrîşê de 3 kesên di mînîbusê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrîşa çekdarê hin kesên ji gundikê Ammanê hatin gundê Gommanê êrîşî gund kirin û di encama vê êrîşê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyer qewimî tîmên tenduristîyê û tîmên cendermeyan sewqî cîyê bûyerê hatin kirin. Hat îfadekirn ku 7 kesên birîndar bûbûn bi ambolansan rakirin nexweşxaneyan.

Cenazê kesên di bûyerê de jiyana xwe winda kirin Leyla Bakîl (17), Abdurrezak Bakîl (52), Cebrail Korkmaz (45) û 2 kesên navê wan nehatîye hîn kirin rakirin morga Nexweşxaneya Gazîyaşargîl ya Perwerdehî û Pêşlêgerîn û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle yê.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e