Li Dîyarbekirê piştî nimêja serê sibehê ji Fîlîstînîyan re dua hat kirin

Li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê piştî nimêja serê sibehê ji bo mirovên ku li Fîlîstînê canê xwe ji dest dane nimêja xîyabî ya cenazeyê hat kirin û ji bo Misilmanên Fîlîstînê dua hat kirin.

Ji teref Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê ya HUDA PARê ve bi şîara “Di Dema Nimêja Serê Sibehê de Dema Duayê” ji bo Fîlîstînîyan bernameya duayê hat kirin.

Welatîyên Dîyarbekirê, di dema nimêja serê sibehê de di Camîya Dîclekentê ya ku li Kayapinarê ye hatin cem hev.

Welatîyan li cem hev sef girtin û tev bi hev re nimêja serê sibehê kirin. Ji bo şehîdên ku di encama êrîşên îşxalkerên sîyonîstan li Xezzeyê şehîd bûn de nimêja cenaze ya xîyabî jî hat kirin.

Piştî nimêjê dua jî hat xwendin û ji bo zefera micahîdan ji Xwedê daxwazî hatin xwestin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu