Li Dîyarbekirê qamyonek ji ber ku frênê wê vala bû, li gelek erebeya qewimî: 12 birîndar

Li Dîyarbekirê, ji ber ku qamyonek frenên wê vala bu li wesayîtên ku li ronahiya sor rawestiyabûn qelibî, 12 kes birîndar bûn û gelek wesayît zirar dîtin.

Qeza li dora saet 11:30ê sibê li taxa Çolguzelî ya li ser Rêya Riha-Amedê qewimî.

Li gorî agahiyan, qamyoneke ard barkirî bi plakaya 21 AEP 833 piştî ku frenên wê xera bûn, li wesayîtên ku li ser çirayên sor sekinîbûn qelibî. Di encama qezayê de pênc wesayît zirara maddî dîtin û 12 kesên di wesayîtan de jî birîndar bûn.

Piştî qezayê, gelek ambulans û tîmên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî wergirtina alîkariya yekem, birîndar ji bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhastin. Tîmên polîsan ji bo ewlehiya cihê bûyerê û sivikkirina astengiya trafîkê xebitîn.

Qamyonên kişandinê gihîştin cihê bûyerê û wesayîtên têkildar rakirin, trafîk vegeriya rewşa normal.

Lêpirsînek li ser qezayê dest pê kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin