Li Dîyarbekirê qeza: 3 birîndar

Li navçeya Rezan a Dîyarbekir, li alîyê Sîteya Toptancilar û Bûlwara Qerejdaxê qezaya trafîkê çêbû, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Qeza derdora saet 08:30an de li çarrêya ku qada Bazara Toptan û Bûlwara Qerejdaxê a li navçeya Rezan a navenda bajarê Dîyarbekirê bi hev ve girêdide qewimî.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, mînîbuseke rêwiyan a bajêr a bi plakaya 21 M 0787, ku ji Qentarê ber bi Îskanevleriyê ve diçû, li wesayîteke bazirganî ya sivik a bi plakaya 21 ACM 414 ku li çarrêyê dizivirî qelibî.

Di qezayê de sê kesên di minîbûsê de bi sivikî birîndar bûn.

Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin