Li Diyarbekirê Qezaya Dijwar: Şofêrê Motorsîkletê Bi Giranî Birîndar Bû

Li navçeya Peyasê (Kayapınar) ya Diyarbekirê, di qezaya ku motorsîklet û otomobîl li hev ketin de şofêrê motorsîkletê bi giranî birîndar bû.

Bûyer, duh bi şev derdora saet 00.30’an de li taxa Barışê, li herêma Çölgüzeli TOKİ’yê pêk hat. Otomobîla bi plakaya 34 PDZ 020 ku navê şofêrê wê nehat hînbûn û motorsîkleta bi plakaya 21 AIB 212 li hev ketin.

Ji ber bandora lêketina dijwar, şofêrê motorsîkletê bi giranî birîndar bû. Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şofêrê birîndar, piştî midaxaleya yekem a tîmên tendurustiyê ya li cihê bûyerê, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Tîmên polîsan têkildarî qezayê lêkolîn dan destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab