Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 10 jê xwendekar 11 birîndar

Li navçeya Sûra Dîyarbekirê wesayîtek ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî, di encamê de 10 jê xwendekar 11 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê gundika Gunhana Taxa Zîyareta ku girêdayê navçeya Sûrê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa serwîsê ya bi plaqeya 38 ZT 745 ya ku xwendekarên Dibistana Pêşîn a Zîyaretê di nav de bûn, ji ber ku şofêrê wî M.Î. hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û ket nav erd.

Di encama qezayê de şofêr M.Î. û 10 xwendekarên di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin