Li Dîyarbekirê qezaya trafîkê: 3 birîndar

Di seatên êvarê de li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.

Qeza, di seat 00.00an de li Bûlwara Mezopotamyaya Kayapinara Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 28 ABV 819 ya ku ji alîyê Ceddeya Mastfiroşê dihat û li alîyê Cezzeya Elazigê diçû, ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir pêşî li refûjê qelibû û dûre jî teqle avêt û ji rê derket.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno