Li Dîyarbekirê qezaya zîncîr pêk hat: 4 birîndar

Li Dîyarbekirê 7 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Riha-Dîyarbekirê di seat 16.00an de pêk hat.

7 wesayîtên ku ji alîyê Tesîsleran diçûn Çarrêya Qentarê, ji ber sedemeke nedîyar li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn û mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexeşxaneyan re hatin rakirin.

Ji ber ku qeza di seatên dawîya mesaîyê de pêk hat di rê de trafîkek çêbû.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin