Li Diyarbekirê qezaya zincîrî: 2 kes bi giranî birîndar bûn

Li Bulvara Rihayê ya Diyarbekirê di qezaya zincîrî ya ku 3 wesayît tevlî bûn de, 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya navşarî ya Diyarbekir-Rihayê çêbû.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, li ser rêya Diyarbekir-Rihayê, otomobîla bi plaqeya 27 L 9783 û mînîbusa bi plaqeya 30 D 2083 ku ji ser qewşaxa Pira Nexweşxaneya Zayînê ber bi qewşaxa Pira Halanû ve diçûn li hev xistin.

Bi bandora lihevxistinê, mînîbus ji bariyeran derbas bû û ber bi şerîdê dijber ve hat avêtin.

Wesayîta ku hat avêtin, li otomobîla bi plaqeya 21 AAN 881 ku ji aliyê dijber dihat xist.

Di qezaya zincîreyî ya ku hat holê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Bi agahdarkirinê re tîmên tenduristiyê sevqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî destwerdana yekem a li cihê qezayê, birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ma qezaya xo rê gazê siruştî yo ke bi sistemê arordoxî niyo
Awayê jiyana mirovî yekser rê li ber mîgrenê vedike û bandor dike!
Çalakiya 'Dijî girêdayiya madeyan û baronên tiryakê yek dil' hat lidarxistin
Li Meletîyê qeza: 5 kes birîndar bûn
Li ser înîsiyatîfa "Li Her Dibistanê Mizgeftek" a Partîya DEMê bertek nîşan da