Li Dîyarbekirê qezaya zîncîrî: 6 birîndar

Li Dîyarbekirê ji ber mija tund 16 wesayît li hev qelibîn û qezaya zîncîrî pêk hat, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Qeza, di seat 07.30yan de li Seyrantepeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîtên ku ji alîyê Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîlê ve dihatin Seyrantepeyê li alîyê pirê li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku 16 wesayît li hev qelibîn de 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat desptêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno