Li Dîyarbekirê qeza ya trafîkê: 2 mirî, 14 ajal telifîn

Li Dîyarbekirê qamyonetekî ku ajal barkirî bû, li qamyonetekî dinê qelibî, di encama qezayê de 2 kes mirin, kesek birîndar bû û 14 ajalên biçûk jî telef bûn.

Qeza di seatên serê sibehê de li ser rêya Farqîn-Licê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qamyoneta bi plaqeya 34 HY 9723 ya ku di bin îdareya M.C. de bû, bi qamyoneta 25 KC 341 ya ku di bin îdareya A.Î.T. de bû û ajal di nav de bûn re li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de A.İ.T. û A.E.K. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, M.C. jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku birîndar ji nexweşxaneyê re hat rakirin û cenazeya wefatîyan jî ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî re hat rakirin.

Hat destnîşankirin ku di qezayê de 14 ajalên biçûk jî telef bûn. 36 heywan jî ji teref îtfaîyeyê ve hatin xelaskirin û teslîmê cendermeyê hatin kirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin