Li Dîyarbekirê qezayek dinê pêk hat 13 wesayît li hev qelibîn: 8 birîndar

Li Dîyarbekirê ji ber mija gurr li ser pira Devegeçîdîya Çarrêya Seyrantepeyê 13 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li ser pira Devegeçîdîya ser rêya Xarpêt-Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, bi dehan wesayît li ser rêya Xarpêt-Dîyarbekirê ji ber mija gurr li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku 13 wesayît li he qelibîn de 8 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno