Li Dîyarbekirê rêyên bajêr bûne wek meydanên qeşayê

Piştî berfa doh, germahiya li Dîyarbekirê wekî -8 pile hat pîvandin, rê bûn wek qadên qeşayê..

Hişyariya berfê ya ku çend roj berê ji teref Rêveberiya Meteorolojiyê ve hatibû dayîn, ji aliyê şaredariyan ve hate paşgohkirin. Berfa ku di şevê de dest pê kir, heta doh piştî nîvro berdewam kir. Ji ber ku rêyên bêpaqij ên bi berf veguherîbûn qadên qeşayê, hinek firoşkarên bazarên herêmî stantên xwe venekirin.

Her çend ekîbên şaredariyê piştî barîna berfê li hinek kolan û rêyan xebatên çakil û xwêkirinê kirin jî, paqijkirin bi têra xwe nehat kirin, û rêyên peya, kolanên alî û kuçeyan bi berfê veşartî man. Ji ber rewşa qeşagirtî ya li hinek kolanan û germahiya di bin sifirê de, hinek bazarên taxan nehatin danîn.

Li gorî daneyên meteorolojiyê, ku germahiya şevê -11 pileya Celsius pêşbînî dikin, tê texmînkirin ku ji saetên serê sibê ve dîsa berf bibare. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab