Li Dîyarbekirê, şehîdên ji Kerbelayê heta Xezzeyê, ji Şêx Seîd heta Sûsayê hatin bibîranîn

Di bernameyekê ku ji aliyê Cemiyeta Mustezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve li Dîyarbekirê bi munasebeta meha Muherremê hate lidarxistin.

Li Dîyarbekirê, ji aliyê Cemiyeta Mustezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve bernameyek ji bo bîranîna meha Muherremê hat lidarxistin. Di bernameyê de li ser şehadeta Hezretî Huseyîn û hevalên wî yên ku li Kerbelayê ji aliyê Yezîd ve hatine kuştin, kuştina Şêx Seîd û hevalên wî di 29ê Hezîrana 1925an de, Misilmanên ku di 26ê Hezîrana 1992an de li mizgefta gundê Susa a li Farqînê ji aliyê PKKê ve hatine kuştin û êşên ku bi salan li Xezzeyê di bin êrîş, wêranî û dorpêça rejîma îşxalker a sîyonîst de hatine kişandin, axivîn.

Bernameya ku li Parqa Roboskî ya navçeya Kayapinarê hate lidarxistin, bi xwendina Qurana Pîroz ji aliyê Hafiz Omer Akgul ve dest pê kir. Piştî vê yekê, Koma Îlahî ya Tevgera Dawet û Ciwanîyê îlahîyên ku li gorî atmosfera manewî ya meha Muherremê ne pêşkêş kirin.

Wekî beşek ji çalakiyê, vîdyoyek hate nîşandan ku êşên li Kerbelayê, her weha li Xezzeyê, Şêx Seîd û Sûsayê hatine jiyîn nîşan dide.

Mele Recaî Guler derheqê ehemmîyeta qîyama li hember zilm, qetlîama li Xezzeyê, Şêx Seîd û Sûsaya ku li Kurdistanê ji bo jîyandina dînê Îslamê êş û elemên ku hatine kişandin de axavtinek pêşkêş kir.

Bername bi şanoya ku hat lîstîn ve berdewam kir û bi duayê bi dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Adira ke Çolig de veciya, verinde ame girewtene û nêbi hera
Hilberînerên serayan ên li Batmanê ji çandinîya xiyara memnûn in
"Doza Hezretî Huseyn ji bo me pir biqîmet e"
Ji xwendekar û weliyên Farqînî daxwaza pira serbask
Li Dîyarbekirê şewata pirêzeyê gurr bû