Li Dîyarbekirê şerê çekdar: 2 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê di nav dikanekî qesab de, di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, di nav dikanekî qeseb ê ku li Bûlwara Dîclekenta Taxa Talaytepeyê de ye pêk hat.

Li gorî îddîayan, di navbera du komên ku hatin dikanê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket. Di demeke kurt de ew nîqaş mezin û bi çekan pevçûn derket.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku Z.C. û E.C. û du kesên ku nasnameyên wan nehatin bidestxistin birîndar bû û ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyan derdorê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku ji birîndaran Z.C. û E.C. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Ji bona ku otopsî bê kirin jî ji Sazîya Tip a Edlî re hatin sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket