Li Diyarbekirê şerê çekdarî yê ku 3 kes tê de birîndar bûn, di kamerayan de hat xuyakirin

Dîmenên şerê çekdarî yê ku duh li Diyarbekirê qewimî û tê de 3 kes birîndar bûn, derketin holê. Di dîmenan de kêliya şer, dengê çekan û panîka welatiyên derdorê cih girt.

Bûyer, duh di saetên nîvro de li Taxa Kooperatîfan, Kolana Yaşar Kemal a li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, nîqaşa ku ji ber tadîlata kargehekê dest pê kir, di demeke kurt de veguherî şerê bi kevir û çekan. Di encama gulebarana bi demançeyê de, kesên bi navê Y.Ç., M.S.K. û V.O. birîndar bûn. Piştî bûyerê, li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî herêmê hatin kirin. Birîndar bi ambulansan hatin rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr û hatin dermankirin.

Dîmenên şerê çekdarî derketin holê. Di dîmenên ku bi kameraya telefona welatiyekî hatine girtin de tê dîtin ku; kesekî ku bi bez tê nêzî 2 kesên ku li erdê şer dikin, 2 caran bi demançeyê gule berdide wan.

Piştî dengê çekan, midaxeleya kesekî ku tê gotin polîs e, di kamerayê de hat xuyakirin. Di dîmenan de panîka welatiyên li derdorê jî cih girt. Lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji ÎTTÎHADUL ULEMAyê tewsiyeyên meha Remezanê
Daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê derbarê destpêka meha Remezanê de
Bêxer ama Ya Şehr-ê Remezan!
Remezana hemû şopînerên me û gelê Çinarê pîroz be
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu serdana Wezîrê Edaletê Gurlek kir