Li Dîyarbekirê serwîsa mamosteyan qeza kir: 1 jê giran 13 birîndar

Li navçeya Çinara Dîyarbekirê ji ber buzê qeza pêk hat, di encamê de 12 jê mamoste tev de 13 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de 36 kîlometre dûrê navenda Çinarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plaqeya 02 ZA 778 ya ku di bin îdareya M.C. de bû û mamosteyên dibistana pêşîn a Gelîyêbûkan di nav de bûn ji ber buzê ji bin kontrolê derket û teqle avêt.

Di encama qezayê de 12 mamoste bi sivikî birîndar bûn, lê rewşa şofêr giran e.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno