Li Dîyarbekirê şewat derket: Pitikek 8 mehî canê xwe ji dest da

Li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê di avahîyekî de şewat derket, di encama şewatê de pitikek 8 mehî canê xwe ji dest da, mirovek jî birîndar bû.

Şewat, li Kolana 488emîn a Taxa Firatê di qata terasê ya avahîyekî de derket.

Şewata ku sedema derketina wê nayê zanîn di demeke kurt de mezin bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê di encama xebatên xwe de şewatê vemirandin.

Hat îfadekirin ku di encamê de pitikek 8 mehî canê xwe ji dest da, mirovek jî birîndar bû.

Hat îfadekirin ku cenazeya pitikê ji mergê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin