Li Farqîna Dîyarbekirê şewata pirêzê

Li navçeya Farqîna Dîyarbekirê şewata pirêzê derket, şewata ku derket bi midexeleyeke 3 seatî hat binkontrolkirin.

Şewata ku di seatên êvarê de derket, bi tesîra bayê di demeke kurt de mezin bû û belav bû.

Şewata ku li gundê Tekelê derket, belayê gundê Koritê jî bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên Midurtîya Daristanê, îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Ji ber ku şewat belav û mezin bû ji herêmê re ji Bismil û Hezroyê jî ekîb hatin şandin.

Hat diyarkirin ku midexele 3 seat berdewam kir û hat vemirandin.

Ji bo sedema derketina şewatê lêkolîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin