Li Diyarbekirê şubeyên wan şîrketên ku destekê didin îşxalkerên siyonist hatin protestokirin

Hat ragihandin li Diyarbekirê komek ji bo balan bikşînin li ser qetlîamên ku li Xazzeyê tên kirin şubeyên wan şîrketên ku destekê didin îşxalkerên siyonist protesto kirin.

Protestoya ewil li Sûra navçeya Diyarbekirê û ya din jî li Kayapinara navçeyta Diyarbekirê pêk hat. Xortên ku çûn ber Burger Kîng û Starbucksa ku destekê didin siyonistan. Kesên ku li ber Burger Kîng û Starbucksê kom bûn sloganên li dijî siyonistan avêtin û têketin hundir.

Kesên di komê de destnîşan kirin, ger ev şîrketên ku destekê didin siyonistên îşxalker bên boyqotkirin ew ê zirarekê bikin û di netîceyê de îflas bikin û ew ê dikanên xwe bigrin û ji welatên Mislimanan biçin.

Hinek kesên din ên di komê de jî balan kişandin li ser qetlîam û qirkirina ku li Xazzeyê tên kirin û ji xwedîyê dikanan xwestin ku dikanên xwe bigrin.

Kesên di komê de piştî demekê bi şiklekî bêdeng ji dikanan veqetîyan.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin