Li Dîyarbekirê telefon bû sedema şewatê: Dayîk û 4 zarokên wê birîndar bûn

Li navçeya Rezan Dîyarbekirê, di seatên êvarê de telefona ku li şarjê hatibû xistin bû sedema şewatê, di encama şewatê de dayîk û 4 zarokên wê birîndar bûn. Bûyer, di demeke kurt de hat kontrolkirin, birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di avahîta Çîgdem yê ku li Taxa Muradîyeya navçeya Rezana Dîyarbekirê de pêk hat, di qata 5em a avahîyê de, di seatên êvarê de pêk hat. Dayîk Ruken K. (30), telefona xwe li şarjê xist û dûre agir bi telefonê ket. Dayîk û zarokên ku di nav malê de radiketin, ji dûmanê tesîrdar bûn.

Ruken K.ya ku bûyerê ferq kir, ji derdorê alîkarîyê xest. Ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristî hatin seqwkirin.

Hat hînbûn ku di demeke kurt de şewat hat bin kontrolê û Ruken K. û zarokên wê Umut (11), Buse (9), Onur (7) ve Hasret K. (3) ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin