Li Dîyarbekirê trên li wesayîtê qelibî: 2 jê giran 5 birîndar

Di encama qelibîna trêna barkêş a ji wesayîtekî re de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Qeza, doh êvarê li alîyê Kabîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 34 LC 0494 ya di bin îdareya Davut Bayram de bû, di derbasbûna rêya trênê de trên lê qelibî.

Di encama qezayê de wesayît 200 metre kaş bû û Pîreka Davut Bayram Salîha Bayram (39), zarokên wî Eylul Bayram (9), Şahîn Bayram (20) û baltûza wî Reyhan (48) birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat hînbûn mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin rewşa 2 birîndaran giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno