Li Dîyarbekirê wesayît ji rê derket û kete zevîyê: 7 jê zarok 11 kes birîndar bûn

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, wesayîtek ji kontrolê derket û kete zevîyekê û di encamê de 7 jê zarok 11 kes birîndar bûn.

Qeza, li bejahiya BatiKarakoç a Navçeyê qewimî.

Li gorî agahiyan, wesayîta bi plakaya 22 ABM 653, ku ji hêla Z.D. ve dihat ajotin, piştî ku şofêr kontrola wesayîtê winda kir, ji rê derket û li zeviyekê qelibî.

Di qezayê de 7 jê zarok 11 kes birîndar bûn.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleyên ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab