Li Dîyarbekirê wesayît û mînîbûs qeza kirin: 1 jê pitik 10 kes birîndar bûn

Li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê wesayîtek û mînîbûseke ragihanîya nav bajêr bikartîne li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 1 jê pitik 10 kes birîndar bûn.

Qeza, li Çarrêya Tekela Bûlwara Mahabada Taxa Medyayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, dolmîşa nav bajêr ya bi plaqeya 21 M 0129 ku di bin îdareya S.G. de bû, bi wesayîta bi plaqeya 33 K 0067 ya ku di bin îdareya B.Y. de bû di çarrê de li hev qelibîn.

Di encama qezayê de dolmîş pekîya û ser kêlekê qelibî, di encamê de 1 jê pitik 10 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno