Îro danê sibê li Dîyarbekirê qezayek trafîkê çêbû û di qezayek trafîkê de serwîsek dibistanê û wesayîtek li hev ketin.
Raportên destpêkê nîşan didin ku di qezayê de 15 kes birîndar bûne, û gelek ekîbên tenduristîyê û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatine kirin.
Qeza, li ser rêya dorhêl a taxa Karamusê ya gundewarî qewimî.
Li gorî agahiyan, mînîbuseke veguhestina xwendekaran a bi plaqeya 21 S 0537 ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn li wesayîtekê qelibî.
Ji ber qezayê rêwîyên di wesayîtan de birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristî û cendermeyan bo cihê bûyerê hatin şandin. Sêzdeh kesên ku di qezayê de birîndar bûn, ku piraniya wan xwendekar bûn, piştî tedawîya ewil li cihê bûyerê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran de hêj daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn û derbarê sedema qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)