Li Dûzceyê mînîbûs gêrê şerempolê bû: 24 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Dûzceyê mînîbûsa ku karkerên çandinîyê di nav de bûn gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 3 jê giran 24 kes birîndar bûn.

Qeza, li alîyê Harmankayaya navçeya Cumayerîyê pêk hat.

Mînîbûsa ku karker di nav de bûn frêna wî xera bû û di encamê de ji bin kontrola şofêr derket û gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de 3 jê giran 24 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin