Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî

Li navçeya Yuregîra Edeneyê melê camîyekî, ji teref ciwanekî ve hat kêrkirin û mele mir.

Bûyer, li Taxa Sînanpaşaya navçeya Yuregîrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mele T.K.yê ku di Camîya Fetahmet Gulşenê meletîyê dikir, li ber camîyê ji teref M.A.yê 16 salî ve ji ber sedemeke ku hêj nediyare hat kêrkirin.

T.K.yê ku giran birîndar bû, li ser xeberdayîna mirovên derdorê bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Encax T.K. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Ekîbên polêsan jî piştî bûyerê dest bi xebatê kirin û şikdar M.A.yê dema ku di kolanekî de dimeşîya qefaltin û wî binçavkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqata ku hatibû destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno