Li Edeneyê di nav 6 seatan de 20 erdhejên biçûk pêk hatin

Li navçeya Kozana Edeneyê doh di mezinahîya 5an de erdhejek pêk hatibû, hat îfadekirin ku piştî wê erdhejê 20 heb erdhejên biçûk pêk hatine.

Doh di seat 20.07an de li navçeya Kozanê di mezinahîya 5an de erdhejek pêk hat û piştî erdheja mezin erdhejên biçûk çêbûn.

Hat îfadekirin ku piştî erdheja mezin di nav 6 seatan de mezinahîya wî ya herî zêde 3.3, 20 erdhejên biçûk çêbûn.

Walîyê Edeneyê Yavuz Selîm Koşger li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û îfade kir ku di sehayê de xebat berdewam dikin û tespîta xesarê jî hatîye destpêkirin.

Hat hînbûn ku ekîbên AFAD û şaredarîyê di sehayê de xebatên xwe didomînin û li hinek gundan jî ji ber erdhejê ceryan qut bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno